Xwenîşanderên Dêrazorê 10 mercan li pêş HSD datînin

Xwenîşanderên Dêrazorê 10 mercan li pêş HSD datînin

Apr 29 2019

Li gundewarê Dêrazorê xwenîşandan li djî çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk ku çekdarên PYDê beşê sereke ne jê û li djî PKK di roja xwe ya Pêncan de berdewam in, xwenîşander jî deh mercan ji bo rawestandina xwenîşandanan li pêş HSD datînin.


Li gorî Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan ku HSD xwest bi xwenîşanderan re bicive, lê xwenîşanderan ew yek red kir û tenê bi rêya rîsipiyên derverê mercên xwe ji bo rawestandina xwenîşandanan li pêş HSD danîn, ew jî ev in:

1. Rawestandina hilmeta êrîşbirinê
2. Serbestberdana girtiyan
3. Serbestberdana jin û zarokan ji kampan
4. Dev ji te'amulê bi rêjîmê re were berdan û rawsetandina qaçaxkirina petrolê
5. Ektîvkirna rola zaroyên navçeyê yên serkird dinava HSD de
6. Xweşkirna danûstandinan bi xelkên Dêrazorê yên li Hesekê û Reqayê dimînin û rêpêdana derbasbûna wan bê kefîl
7. Hilanîna leşkeriya neçarî
8. Hilanîna rola kadroyan û ektîvkirina rola serokên komîte û encûmenên xwecihî
9. Peydakirina sotemenyê
10. Êrîşnebrin lser xwenîşandanan
11. Bidawîkirina kîşeyên ku ji fermandeyên leşkerî bi sivîlan re hatine encamdan

Li navçene derveyê Rojavayê Kurdistanê mîna Reqa û Tebqa û Minbic û Dêrazorê PYDê bi hezaran ciwanên kurd tevlî şerên xwe li wan navçeyan kirine û dane şehîdkirin, li gorî hin amaran ku derdora 20 hezar ciwanên kurd li wan navçeyan hatine şehîdkirin .

279