Heleb... Çekdarên PYDê zarokeke kurd revand

Heleb... Çekdarên PYDê zarokeke kurd revand

Sep 22 2022

ARK NEWS... Li taxa Şêx Meqsûda Helebê, ku piraniya nişteciyên wê kurd in û di bin destê rêveberiya PYDê de ye, çekdarên PYDê zarokeke kurd, duh 21 Îlûna 2022yan revand.

Bêrîvan Ebdulhemîd Mihemed, jidayîkbûna 2007 e, wate 15 salî ye, ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin, ji bo leşkeriya neçar hat birin.

Jêdera ARKê ya li Helebê tekez kir ku zarok li pêşiya kargeheke dirûtinê li kolana rojhilat li taxê hatiye revandin. Ameje jî kir ku zarok li gel dayîka xwe dijiya, dayîka wê jî hewl da ku çarenivîsa keça xwe diyar bike, lê bê sûd bû.

Bêrîvana 15 salî, ji şêniyên gundê Sariya yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

350