Cezayir.. 6 meh in û çarenivîsa bi dehên koçberên R. Kurdistanê ne diyar e
Di Nîsana borî de, bi dehên ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku ji beravên Cezayirê berev Spaniya diçûn, wenda bûn û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Li gorî kes û karên wendabûyan, di 24ê Nîsana 2023yan de, 6ê êvarê, bi dehên koçberên Kobanê û Efrînê bi qaçaxî ji beravên Cezayir berev Spaniya bi rêya keşteyekê diçûn, piştî nîv demjimêrekê peywendî bi kesên di keşteyê de re hate birîn.
Navê kesên wendayî ev in:
- Mehemûd Mihemed Elî \ Kobanî – gundê Til Xezal
- Serwan Miso Simo Bekî \ Kobanî – gundê Til Xezal
- Felat Ebdo Elaş \ Kobanî – gundê Til Xezal
- Ehmed Beşîr Kino Etî \ Kobanî – gundê Bilik
- Hebeş Qehro Ehmed \ Kobanî – gundê Bilik
- Fîras Elî Remî \ Kobanî – gundê Selîm
- Demhat Şêxê Zerê \ Kobanî – gundê Çixurê
- Amed Ela`dîn Elî \ Kobanî – gundê Şêran
- Aras Merwan Elî \ Kobanî – gundê Pêndirê biçûk
- Mihemed Ne`san \ Kobanî – gundê Mezriya Ebrûş
- Îbrahîm Mihemed Şêxo \ Kobanî – gundê Zerik
- Omer Simî \ Kobanî – gundê Hecûkê
- Mihemed Mehmûd Ehmed \ Kobanî – gundê Têrî
- Mehmûd Elot \ Kobanî – gundê Şêran
- Dîjwar Misî \ Kobanî – gundê Menazê
- Mihemed Mistefa Hemo (16 salî) \ Efrîn
Piştî derbasbûna 6 mehan û hemû hewlên kes û karên wan hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e.
Di salên dawî de, koçberî li bajarên Rojavayê Kurdistanê bûye diyardeyeke metirsîdar, bi sedên koçberan li ser rêya koçberiyê di derya û daristanan de canên xwe ji dest dane û çarenivîsa bi sedan jî diyar e.
233
