Bi fermana serok, Mihemed dê ji bo Firansayê were veguhestin
Oct 22 2019
ARK NEWS .. Bi biryarekê ji Serok Mesûd Barzanî, zarokê bi navê Mihemed Hemîd, biryar e, îro 22ê Cotmeha 2019an, ji Herêma Kurdistanê ji bo nexweşxaneyên Firansayê were veguhestin, da ku berdewamî di çareseriya xwe de bibîne .
Li gor jêderên ragihandinê : Biryar e, îro zarokê birîndar ku tê gomankirin bi çekên kîmawî li Serê Kaniyê hatibe armanckirin, ji nexweşxaneya Duhokê ji bo Firansayê were veguhestin.
Duh Serok Mesûd Barzanî peywendiyeke telefonî bi bavê Mihemed re pêk anî, tê de hevxemiya xwe anî ziman, û got ku her çi pêwîst be ji bo çareseriya Mihemed, ew dê bike .
Ş.E
470
