Efrîn .. Çekdaran endamekî PDK-Sê revand

Efrîn .. Çekdaran endamekî PDK-Sê revand

Aug 24 2019

ARK NEWS .. Girûpên çekdar yên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dimînin , roja Pênnşema bûrî 22 Tebaxa 2019an endamekî Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya revand .

Jêdereke xwecihî ji nava Efrînê ji bo ARKê ragihand ku girûpên çekdar yên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dimînin , welatiyê bi navê Şêx Seîd Zade endamê komîteya herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya revand , û berev cihekî nediyar ve bir .

Herwiha jêdera xwecihî da zanîn, ku roja Pênşemê kiryara revandinê hatiye encamdan , û heta weke niha tu zaniyarî li ser çarenivîsa Şêx Seîd Zade nehatine zanîn .

583