Efrîn .. Girûpeke çekdar keçeke Kurd şehîd kir

Efrîn .. Girûpeke çekdar keçeke Kurd şehîd kir

Nov 18 2019

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, di her dem û demekê de, diyardeyên şehîdkirina welatiyên Kurd, ji aliyê girûpên çekdar, yan girûpên nenas ve, derdikevin, piraniya sedeman vedigere mijarên darayî. Roja Yekşemê, 17ê Mijdara 2019an, şêniyên gundê Gemrûkê ku ser bi navçeya Mabeta ve ye, û hevsînor e, bi gundê Meydankê re ye, termên keçike Kurd, û ciwanekî ereb dîtin, li ser terman şûna lêdana guleyan hebû.

Jêderên xwecihî ragihandin ku, keça Kurd bi navê Nêrgiz Dewûd e, temenê wê 23 sal e, ji aliyê girûpeke nenas ve, piştî pereyên di dest wê de, dizîn, bi guleyan şehîd kir. Ne bi tenê termê wê hate dîtin, lê belê termê erebekî ji yên li Efrînê hatine bicîkirin jî ku bi navê Elî Şaxûrî ye, li cihê bûyerê hebû.

Heman jêderan dane zanîn ku keça Kurd, xelka gundê Kîmarê ku ew gund piraniya wan Kurdên Êzîdî ne û dikeve navçeya Şêrawa ye, û Elî Şaxûrî, bi hev re di Berevaniya Sivîl de, kar dikrin.

Derbarê sedemên kuştina wan, jêderên xwecihî tekez kirin ku, herdu navbûrî, bi karê belavkirina mûçeyên karmendên Berevaniya Sivîl radibûn, lewma wê girûpê, herdu karmend kir armanc, piştî pereyên mûçeyan dizîn, keça Kurd û karmendê ereb kuştin, hîn jî tawanbar û nasnameya wê girûpê, nehatiye naskirin.

Ev tawan ne tawana yekê ye, berûvajî, ku ji 18ê Adara 2018an ango beriya 1 û 8 mehan, kiryarên ne mirovî, wek kuştin, dizî, desteserkirin, revandin, sepandina bacan, di dermafê Kurdan de, têne encamdan, û piraniya tawan û binpêkirina, bi bê diyarkirina pêkîner û kujeran derbas dibe, lê belê, her çavê Efrîniyan li ser eşkerekirina kujerên vê tawanê ne, û dadgehkirina wan e, da ku wek piraniya tawana bi bê gihandina mafan neyê tewandin .

Ş.E

341