10 sal bi ser koçbarkirina Deham Mîro Sekreterê berê yê PDK-Sê re derbas bûn

10 sal bi ser koçbarkirina Deham Mîro Sekreterê berê yê PDK-Sê re derbas bûn

Nov 03 2020

ARK NEWS... 10 sal bi ser oxirkirina dawiya xebatkarê Kurd û sekretêrê giştî yê Partî Demokratî Kurd li Sûriya " Elpartî " Deham Mîro derbas bûn.

Deham Mîro jidaykbûyê gundê Sêgira Mîro yê ser bi Dêrika Hemko ve sala ( 1921ê ) , ji destpêka jiyana xwe ve tevlî rêzên Partî Demokratî Kurd li Sûriya " Elpartî " bûye, û di sala ( 1970î ) de li kongireya Nawbirdan ku bi serperiştiya Mela Mustefa Barzanî hate birêvebrin, bû sekretêrê giştî yê Partî Demokratî Kurd li Sûriya " Elpartî " ku niha bûye Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya
.
Di sala ( 1972an) de di kongira yekbûnê de ku li devera Bamirnê li Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin careke din weke sekretêrê giştî yê Partî DEmOkratî Kurd li Sûriya " Elpartî " hate hilbijartin.

Di sala ( 1973an ) de û piştî ku li dijî pîlana Mihemed Teleb Hîlal ya bi navê Zinara Erebî ku bi Elhîzam Elerebî tê naskirin rawestiya, û daxuyaniyeke hişyariyê belav kir, û herwiha û ji ber helwêstên wî yên niştîmanperwer, li ser destê desthilatdariya Sûriyê hate girtin, bo dema ( 6 ) sal û ( 8 ) mehan di zîndanê de ma.

Deham Mîro yek ji xebatkarên dêrîn yên bizava rizgarîxwaza Kurd bû, û hevalekî nêzîkî Mela Mustefa Barzanî bû, û beşdarî di şoreşa Êlûnê de kir, û çendîn car weke çavdêr beşdarî di kongirên Partiya Demokrata Kurdistanê de kiriye.

Xebatkarê Kurdperwer Deham Mîro li rêkefta ( 2/ 11/ 2010an ) koça dawî kir, û li rêkefta ( 3/ 11/ 2010 ) termê Deham Mîro ji bajarê Dêrkê berev gundê Mozelanê ve hate birin. Li zêdê bav û bapîrên xwe bi xakê hate spartin.

231