HSD navçeyeke Reqayê radestî Rêjîmê kir

HSD navçeyeke Reqayê radestî Rêjîmê kir

Apr 28 2019

Çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk ku çekdarên PYDê beşê sereke ne jê, navçeyeke parêzgeha Reqayê ku li jêr kontirola wê de ye radestî Rêjîma Esed kir û xwe jê vekişand.

Roja îna borî Artêşa Rêjîma Esed berev bereya başûrê rojavayê Reqayê ve bi piştevaniyeke asmanî Rosî bi kûrbûna sê km pêşve çû.

Ajansa Spotnîk ya Rosî belavkiriye ku Rêjîma Esed ji gundê C'êdîn ji aliyê rojhilat berev gundê Bihûre Elceriyat ta navçeya Şu'eyb Elzeker li aliyê rojavayî bi kûrbûna sê km pêşve çû.

Her li gorî wê ajansê ku alavên Rêjîmê dest bi vekirina rêyên meydanî li wê navçeyê kirin û got ku çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk xwe berev dergehê xwe yê li ser rêya Selemiye-Tepqe-Reqa vekişandin, û niha çekdarên Rêjîmê dest bi avakirina dîwarên axê û bihêzkirina bereyên xwe kirine.

Navçeya ku çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk li gundewarê Reqayê radestî Rêjîmê kiriye bi berfirehiya 25 km e.

Beriya demekê jî li gundewraê Reqayê xwenîşandan hatin lidarxistin tê de al û wêneyên serokê Rêjîmê beşar Elesed hatin bilind kirin.

Di Cotmeha sala 2017an de çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk rizgarkirina bajarê Reqayê ragihand, û ji bo rizgarkirina wî bajarî bi hezaran ji ciwanên kurd ku ji aliyê PYD ve hatibûn leşkerkirin şehîd bûn.

486