Salvegera 16an ya şehîdbûna Pêşmerge Isam Zirarî

Salvegera 16an ya şehîdbûna Pêşmerge Isam Zirarî

Nov 21 2022

ARK NEWS... Di rojeke weke îro di sala 2006an de, yekem efserê kurd ji kurdên Rojavayê Kurdistana di nava hêzên pêşmerge de li Herêma Kurdistanê li ser destê rêxistina Elqaîde ya terorîst hate şehîdkirin.

Şehîd Isam Ismaîl Zirarî şêniyên navçeya Çil Axa li gundewarê Dêrka Rojavayê Kurdistanê ye. Li kolêja zansitên siyasî li zankoya Şamê dixwend, ji ber heskirina wî ya mezin ji pêşmergeyên leheng û rêbaza Barzaniyê nemir re, tevlî ekadimiya leşkerî li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê bû, weke yekem efserê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê bi pileya mulazim ji ekadimiyê derçû.

Di 20 Mijdar 2006an de, dema bi erkekî berê xwe dabû bajarokê Himam El'lîl ji bo beşdariyê di xuleke astbilindkirina efserên pêşmerge de bike, li rojhlatê Mûslê li ser destê rêxistina Elqa'de ya terorîst hate şehîdkirin.

228