Piştî binçavkirinê Ewlekariya Lubnanê termê welatiyekî Qamişlo radestî malbatê kir
ARK NEWS .. Welatiyekî xelkê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê piştî rojeke ji binçavkirinê ji aliyê Ewlekariya Lubnanê ve duh 27ê Nîsana 2019an termê wî ji bo malbata wî hate radestikirin .
Jêderên xwecihî ragihandine ku nakokiyek navbera welatiyê bi navê Ferhan Silêman û hijmarek ciwanên Lubnanê di xwaringehê de derket di encamê de welatiyê Qamişlo Ferhan ji aliyê Ewlekariya Lubnanê ve hate binçavkirin .
Heman jêderan dane zanîn ku piştî binçavkirinê bi rojekê termê Ferhan ji bo malbata wî hate radestikirin bê ku sedemên jiyanjidestdana wî eşkere bikin .
Ferhan Silêman Ferhan xelkê gundê Firfira yê ser bi bajarokê Til Hemîs yê derdora Qamişlo ye û lîstika xwe di Kîk Boksîng de berdewam dikir .
Ş.E
493
