Serok Barzanî peyamek sersaxiyê belav kir
Jul 11 2020
ARK NEWS... Bi koçkirina xanim Xeyda Kembeş endama Encûmena Nûnerên Iraqê, Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî Serokê Weqfa Sunî, Dr Seîd Kembeş kir. naveroka wê ye ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Dr Seîd Kembeş Serokê Weqfa Sunnî
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz gihîşt me.
Xwe bi hevbeşê xema we dizanim û ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
11.07.2020
423
