Israîl baregehên rêjîmê li Himsê armanc kirin
Nov 15 2022
ARK NEWS... Li gundewarê Himsê Israîl hejmarek ji bingehên mêlîsên Hizbulah armanc kirin.
Jêderên ragihandinê belav kirin, ku du çekdarên mêlîsên Îranî di bombebarana Israîlê de li balafirxaneya Elşîrat li gundewarê Himsê hatin kuştin herweha 3ê çekdarên din birîndar bûn.
Li gorî jêderan, ku berevaniya esmanî ya rêjîma Sûriyê hejmarek ji mûşekên Israîlî anîn xwarê, lê 4 mûşek li balafirxaneya Elşîrat li rojhelatê gundewarê Himsê ket.
Herdem û demekê Israîl bingehên mêlîsê, Îranî li Himsê armanc dike, û di encamê de welatiyên sivîl dibine qurbanî.
142