Efrîn .. Banga diyarkirina çarenivîsa hijmarek ji revandiyan

Efrîn .. Banga diyarkirina çarenivîsa hijmarek ji revandiyan

Apr 19 2019

ARK NEWS .. Rêxistinenke mafê mirovan li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bang li rêxistinên mirovî û yasayî kir ku çarenivîsa hijmarek ji welatiyên Efrînê yên ku ji aliyê girûpên çekdar ve ji beriya salakê ve hatine revandin diyar bike ku di nav wan revandiyan de welatitekî bitemen û jinek jî heye .

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê di raporteke xwe de ragihand û îro 18/4/2019an kopiyek gihişt ARKê ku welatiyên Efrînê bang li rêxistinan dikin ku çarenivîsa kurê wan yê revandî ji gundên Coqê Xelnêrê û Dargirê yên ser bi Mabeta ve ku ji aliyê çakdarên Hemzat ve hatibûn revandin diyar bikin .

Di raporta rêxistinê de herwiha hatiye ku hin ji wan revandiyan ji 6/9/2018an revandî ne û yak ji wan ji salek û du heyvan ve revandî ye navên revandiyan ev in :

Welatiyê bitemen Ebdul Menan Mihemed 64 salî
Mihemed Minle kurê Ebdul Kerîm 43 salî
Rokan Minle keça Ebdul Menan 27 salî
Hevjînê Rokanê yê bi navê Cemal Umer 24 salî
Cîhad Dawûd 43 salî
Husên Emîn 40 salî
Arif Şêx Hemo 20 salî
Mihemd Şêx Hemo 21 salî
Besam Ehmed 33 salî

Luqman Mihemed 24 salî ku ew jî ji xelkê gundê Til Silûra Cindirêsê ji beriya salek û di heyvan ve revandî ye

Li Gor heman rêxistinê ku kesên revandî bi tometa têkiliya wan bi PYDê re hatibûn revandin lê sedemên rasteqîna ew e ku revamdina wan ji kiryarên nijadperestî û şofînî hatine.

Ji despêka derbasbûna Turkiyê û girûpên çekdar ji 18ê Adara 2018an û ta niha binpêkirin berdewan in û her kiryarek ji kuştin revandin bi şêweyekî pilankiriî têne encamdan.

Ş.E

596