Koçberekî Kurd: Em rastî metirsiyên mezin li ser sînorê Bîlarûsiya tên

Koçberekî Kurd: Em rastî metirsiyên mezin li ser sînorê Bîlarûsiya tên

Oct 29 2023

Hevdemê barîna berf û baranê, koçber li ser sînorê Bîlarûsiya di dema hewla derbasbûna Ewropa de, rasî metrsiyên mezin tên.

Dilêr Osman yek ji koçberên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê li Bîlarûsiya bo ARK ragihand, bi hezarên koçberan li vir hene û hewla derbasbûnê bo Ewropa bi rêya Polenda û Latviya re dikin, koçber rastî metirsiyên mezin tên.

Diyar kir, têçûna derbasbûna bi qaçaxî ji Bîlarûsiya bo Latviya (5.5 – 7.5) hezar Dolarên Emerîkî ye, ya ji Bîlarûsiya bo Polenda (4.5 – 8.5) hezar Dolar in, hevdemê nizmbûna pileyên germayê û barîna berf û baranê welatên nav borî çavdêriya sînorî zêdetir kirine, dîwarekî din li ser sînor ava kirine, koçber jî li ser sînor rastî lêdanê tên, telefonê wan tên şikandin û segên polîsî berdidin wan û di encamê de brîndar dibin.

Û amaje bi wê çendê kir ku hevdemê zêdekirina çavdêriyê rewşên kuştinê jî hatine tomarkirin, serbar kir, zanyariyên zêde li ser çawaniya encamdana rewşên kuştinê li cem me tune lê ev rewş li ser sînor hatine encamdan, bi dehên kesan piştî ku polîsên sînorê telefonên wan şikandine di daristanê de wenda bûne û ta niha çarenvîsa wan ne diyar e, hejmarek kes jî dema mayîna wan di daristanê de pelên daran xwarine û ava golan vexwarine di encamê de tûşî nexweşiyan hatine.

Dilêr diyar kir, ku çarenivîsa wan ne zelal e, hemû pareyên wan yên ji bo derbasbûnê di heyama mayîna wan de li Bîlarûsiya bûne têçûna jiyana rojane, di dema dawiyê de bi dehên koçberan vedigirin Mosko da ku vegerin welatê xwe.

Rojane bi dehên kesan ji rojavayê Kurdistanê ber bi welatên biyanî ve diçin, di encamê de bi sedên kesan di salên borî de li ser rêya koçberiyê canên xwe ji dest dan û çarenivîsa bi sedan jî ne diyar e.

190