EFRÎN .. Dibistanek li Şiyê hat vekirin û alîkariyên mirovî li Cindrêsê hatin belavkirin .

EFRÎN .. Dibistanek li Şiyê hat vekirin û alîkariyên mirovî li Cindrêsê hatin belavkirin .

Feb 26 2019

ARK NEWS.. Ji ber şerê Efrîna Rojavayê Kurdistanê piraniya dibistanan rastî rûxandinê hatin û dibistana gundê Çeqla yê Şiyê yek ji wan dibistana ye .

Lê belê bi kar û hemahengiya Encûmenên Xwecihî û Rêxistinên Mirovî dûbare dibistan li Efrînê hatin û têne vekirin .

Li gundê Çeqla Encûmena Xwecihî ya Şiyê duh 24/2/2019 dibistana gund ji rêxistina Rehme Bila Hidûd wergirt ew jî piştî ku rêxistina navbûrî bikarê dûbare avakirin û çêkirina dibistan gund bidawî anîbû .

Li navçeya Cindirêsê jî Tîma Nivîsgeha Xizmetguzariyên Mirovî û Hewarçûnê ya xwebexş di Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê de serpireştiya dabeşkirin û belavkirina alîkariyên mirovî kir .

Li gor Encûmena Xwecihî ya Cindrêsê ku alîkarî li ser gundê Kora û Remadiya û Keferdela jêr û feqîra hatin belavkirin û ew alîkarî ji aliyê Rêxistina Emîn ve hatibû pêşkêşkirin .

Ş.E

440