Matmayî nemînin! Bi sedan wek Emîn Îsa hene!

Matmayî nemînin! Bi sedan wek Emîn Îsa hene!

Jul 02 2021

Matmayî nemînin! Bi sedan wek Emîn Îsa hene!
Şêxo Efrînî

Ji dema wêneyên ciwanê kurd Emîn Îsa ku din eşkenceyê de jiyana xwe ji daye, di torên civakî de belav bûne, bi hezaran seyr û matmayî man û pirs kirin çawa PYD û baskê wê yê leşkerî YPG ciwanekî kurd eşkence didin?

Beriya em derbasî binpêkirin û tawanan bibin, pelikên dîrokê vekin û bijmêrin, dixwazim hinekî li ser tawana di dermafê ciwanê kurd Emîn Îsa de hatiye encamdan, rawestim.

Ciwanê kurd sivîl bû tu têkilya wî bi mijarên leşkerî ve tune bû, bi beriya bêtirî mehekê ji aliyê asayîşa PYDê ve hatibû binçavkirin, sedem çi ne, ji ber çi hatiye revandin Xwedayê dilovan û encamder dizanin, bi tenê dibêjin ji ber bertîl û gendeliyê hatiye girtin.

Piştî 36 rojan ji revandin û binçavkirinê, nûçe ji malbatê re çû, da termê kurê xwe wergirin, lê malbatê kurê xwe nas nekir ji ber ku bi tundtirîn şêwe hatibû lêdan û eşkencedan, tu cihek nemabû ku rastî lêdanê nehatibe, ji jor heta jêr, serî, çav, diran, dev, stû, zik, pişt, çog, ling û ta bi cihên hestiyat jî rastî lêdan û eşkencedan bêrihmet hatibû.

Hema çi kiribe, guneh û tawanê wî çi be, bi hîç şêweyî nabe were lêdan û eşkencedan, û ji terorîstên DAIŞê ne terorîst bû. Emîn Îsa ne mîrekî DAIŞê bû!
Ne fermandarekî mîtê bû!
Ne xakfiroş bû!
Efrîn nefirotibû!
Bazirganî bi Serê Kaniyê nekiribû!
Girê Spî radestî Turkiyê û nandozan nekiribû!
11 hezar ciwanên kurd di ber deverên erebî de nedabûn kuştin!
25 hezar ciwan kêmendam nehiştibûn!
Biryara 119 ya birçîkirina xelkê dernexistibû!!

Berûvajî kesekî sivîl bû mamosteyê zimanê Îngilîzî bû û di karê xanûberan de kar dikir. Li ser asta siyasî endamekî PDK-Sê bû. Çi guneh kiribû heta bi vî awayî were şêwexistin li hember de terorîstên DAIŞê bi qedir in û têne serbestberdan.

Lê eger em vegerin dîroka nêzîk ne dûr em ê bibînin ku bi sedan rewşên wiha li cem PYDê de hatine tomarkirin û belgekirin.

Li Efrînê bi dilekî sar Şêx Henan Şêx Nasan û du kurên wî di 4ê Tîrmeha 2012an bi hovane şehîd kirin, her li Efrînê Henan Hemdûş di bin îşkenceyê de şehîd kir, herweha 4 ji malbatên Şêxo li navçeya Şiyê şehîd kirin.
Li gundê Burcê 5 welatî 2013 şehîd kirin.
Li Çobana Elî Sîdo 2013 de şehîd kir.
Li gundê Çêqilme Şervan Sîdo şehîd kir.
Di 2017an Ezet Xelîl Muhsin Xelîl û Ebdo Hebeş di bin konê leşkeriya neçar di rewşên nediyar de hatin şewitandin û şehîd bûn.
Li Kobanê Welat Hisî şehîd kir, li Qamişlo 3 ji mala Berdo şehîd kirin.
Li Amûdê 6 2013 ji welatiyên sivîl şehîd kirin.
Li Serê Kaniyê Hozan Bozêd şehîd kir.
Li Dirbêsiyê Ciwan Qetna şehîd kir.
Li bajarê Dêrikê Serkirdeyê PDK-Sê Nesredîn Birhik şehîd kir. Mînak gelek in ew jî ji bilî kiriyarên revandin û sirgunkirinê.

Baş e? PYDê ji kê re kar dike?
Kengî karê wê dê bi dawî were?
Gelo PYDê dike yan aliyek heye li paş in?

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

560