Rûsiya soz ne daye Emerîka bi parastina kurdan

Rûsiya soz ne daye Emerîka bi parastina kurdan

Mar 07 2019

Hindek jêderên Emrîkî ragihandin ku hevdîtina ku dinavbera desteya erkanên artêşên Emrîkî Cûzêf Danfûrd û hefşanê xwe yê Rûsî Valîrî Xîrasîmûv li Vîyena ne gihiştin rêkeftinekê ji bo hindek daxwazên Emrîkî yên taybet derbarê pêşeroja Sûriyê .
Li gorî heman jêderan ku aliyê Emrîkî daxwaz ji Rûsiya kir ku soz bide ku Rêjîma Sûriyê êrîşî deverên kurdî li Kurdistana Sûriyê nekin, piştî bi dawî hatina şerê DAIŞê li Sûriyê lê ev yek hate red kirin .

Herweha Emerîka daxwaz ji Rûsiya kir ku rê nede tu hêzekê ku berv rojhilatê çemê Feratê ve werin , lê ew jî hate red kirin herweha hewlên wan ji bo gihiştina rêkeftinekê derbarê avakirna deverek aram têde çun û hatina balafiran qedexe be têk çû .

464