Dr.Ebdulhekîm: Bila kurdên Sûriyê ji lîstokîn PYD hişyar bin
Cîgrê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê Diktor Ebidulhekîm Beşar got ku divê kurdên Sûriyê ji lîstokên Partiya Yekîtiya Dîmuqratîk (PYD) hişiyar bin û rê ji bo (PYD) newe dan ku binpêkirinên li navçeyê ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.
Di hevdîtinekê bi rewşenbîr û çalakvan û parêzerên navçeya Efrînê re ku li baregeha Hevpeymaniya Opozsiyonê roja Şemiyê hate lidarxistin, Beşar got (PYD) ji destpêka şoreşa Sûriyê ve gelek hewl da ku kurd û pêkhateyên din yên civaka Sûriyê dûrî şoreşê bixe û kurdan dûrî roxandina rêjîmê bixe, ew yek jî bi rêya durustkirina dijatiyê.
Diktor Ebidulhekîm tekez kir ku tu berjewendiya kurdan di dijatiya sûriyan û dijatiya welatên cîran de tuneye.
445
