Jinek Ustiralî hersî neviyên xwe li kampa Alhol dibîne
Kenaleke Ustiralî belav kir ku jineke ustralî dikarîbû seredana Sûriyê bike û hersî neviyên xwe li kampa Alhol bibîne piştî ku dayik û bavê wan di şer de li Sûriyê hatin kuştin û ew zarok sêwî man .
Kenala ABC ya ustiralî hindek dîmenên jina ustiralî ya binavê Karn Ntilton belav kirin têde diyardibû çawa seredana Sûriyê dike û li gel nevyên xwe li kampa Alhol diçve .
Beriya şeş salan Xalid Şiruv û Tara Ntiltun ku keça Karn Ntiltun e li gel pênç zarokên xwe 2 kur û 3 kiç bûn berê xwe dan Sûriyê ku piştre Xalid û 2 zarokên xwe di êrîşeke Emrîkî de di sala 2017an de hatin kuştin ku berya wê bi 2 salan jina wî jî hatibû kuştin .
Li gûrî dîmenên ku hatne belav krin Karin dikarîbu bi riya herêma kurdistanê derbasî kurdistana Sûriyê bibe û piştî hewlên dur û dirêj dikarîbu hersî nevyên xwe bibîne .
Lê tevî vê dîtnê karn hîn nizane gelo çawa wê bikare neviyên xwe yên binavê Huda ya temen 16 salî û Zeyneb 17 salî û Hemze yê temen 8 salî û herdu zarukên Zeyneb Ayşe 3 salî û Fatime 2 salî ji kampê derxîne .
Karn gelek hewl dan daku neviyên xwe bi riyên fermî ji kampê derxîne bi riya hikûmeta ustiralî lê ev yek bê sûd bû ji ber ku hikûmeta welatê wê hîn neraziye ku wan kesan li xwe bigre .
861
