Hêzêke Emerîkî ji Kobanê berev Hesekê vekişiya

Hêzêke Emerîkî ji Kobanê berev Hesekê vekişiya

Apr 15 2019

Emerîka beşek ji hêzên xwe ji devera eyn el'îsa ya bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê vekşand û berev bajarê Hesekê ve çû .

Malpera basnews belav kiriye ku , roja Şemiyê karwaneke leşkerî ya artêşa Emerîka ji binkeha xwe ya li bajarokê Eyn El'îsa li başûrê Kobanî vekişiya û beriv parêzgeha Hesekê ve çû .

Her li gorî heman malperê ku ta niha sedema vekêşana hêzên Emerîkî ji Kobanê û derbasbûna wê ji bo bajarê Hesekê ta niha nehatiye eşkere kirin .

Beriya du rojan jî wezareta bergiriyê ya Emerîkî ragehandibû ku wan dest bi vekşandina hêzên xwe ji Sûriyê kirine û ewê tenê 400 leşkerî li wî welatî bihêln.

Serokê Emerîka Donald Tramp, meha Çileya derbasbuyî gotbû, ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekşînin.

901