Komara Çîk dixwaza vekirina nûneratiya Kurdistanê li Pirag dike

Komara Çîk dixwaza vekirina nûneratiya Kurdistanê li Pirag dike

Apr 15 2019

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Komara Çîk kir û di wê hevdîtinê de Komara Çîk dixwaza vekirina nûneratiya Kurdistanê li Pirag dike.

Îro 15.4.2019 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Komara Çîk a bi Serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Çîk Martin Smolek kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Komara Çîk yê li Hewlêrê tê de beşdar bû, Martin Smolek diyar kir ku vê di demeke nêz de Konsulusxaneya wan li Hewlêrê dîsa dest bi pêdana vîzeyan bi welatiyên Kurdistanê bike.

Smolek herwiha diyar kir ku Komara Çîk amade ye ku pêşwaziya vekirina nuneratiya Hikûmeta Kurdistanê li Piragê bike û Çîk dixwaze ku têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê di her warî de bihêztir bike.

Di berdewamiya civînê de her du alî tekezî li ser bihêztir kirin û berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û komara Çîk di her warî de kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî xwesteka Kurdistanê ya bo bihêztirkirina têkiliyên xwe yên li gel Komara Çîk di her warî de diyar kir.

587