PDK-Sê şîna kesayetiya niştîmanperwer Ferhan Hesen Teter Cizîrî li dar xist

Oct 23 2022

ARK NEWS... Duh roja Şemiyê 22yê Cotmeha 2022yan Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê şîna kesayetiya niştîmanperwer Ferhan Hesen Cizîrî li dar xist.

Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê li nivîsgeha rêxistinî ya PDK-Sê li Hewlêrê demjimêr 4ê êvarê ta 8ê êvarê şîna Cizîrî li dar xist.

Ferhan ji şêniyên bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye, jidaykbûyê sala 1971ê ye ,bi helwêstên xwe yên niştîmanperwerî dihate naskirin.

Roja Çarşemê li Turkiya bi sedema kirîzeke dil jiyana xwe ji dest da.

168