Serkirdeyek kurd behsa nexşerêyêa Rojhilatê Çemê Feratê dike

Apr 15 2019

Serkirdeyek kurd sînaryoyên li pêşiya Rojhilat û Rojavayê Feratê eşkere dike û dibêje rewiş li Sûriyê berve çareseriyên dawî diçe.

Serkirdeyê kurdê Sûriyê , duh roja yekşemmê(15.4.2019), got :" rewş li Sûriyê berve çarseryên dawî diçe û ew jî wê li gor berjewindiyên dewletên zilhêzbe, taybetî piştî nemana rêxistan terorsitî "DAIŞ" bi awyekî leşkerî li navçeyê .

Her wî serkirdeyî da zanîn ku, çend sînariyo li pêşîya kurdistana Sûriyê hene, yê herî nêzîk jî, ewe ku hêzên Pêşmergeyên Roj parastina Rojhilatê Çemê Feratê bike digel hiştina beşek ji QESDê piştî paqijkirina wê û hiştna hêzên 'erebî ji QESDê yên kun S'ûdiyê û Dewletên kendafên 'Erebî razî ne li ser .

Endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya , 'Ebdulirehman Apo, raghandin, ku rewş li Sûriyê berve çareseryên dawiyê diçe û tayibetî jî piştî nemana DAIŞê li Baxozê.

Herwiha da zanîn ku hêzên Navdewletî û Merêmî destipêkirîne û pêşeroja Sûriyê nexşe dikin û destipêk jî ji kurdistana Sûriyê ye, û dabeşî du beşan kiriye ku Rojhilatî Çemê Feratê heta kobanê Emerîka kontrol kiriye û Rojavayê Feratê jî Rosya kontrol dike û metirsiya Turkiyê li ser deverê nemaye.

Apo herwiha got" qonaxa yekê wê Pêşmergê Roj digel beşek ji QESDê biparêze û wê pirojeya neteweyî kurdî û kurdistanî digel pirojeya navdewletî (Hêla enerciyê) biparêze.

Û beşê diwem jî wê Rojavayê Çemê Feratê bigire û herwiha ew jî divê digel pirojeya netewey kurdistanî û pirojeya navdewletî hevbigire û dê Pêşmergeyên Roj ango pêşmergeyên kurdistana Sûriyê biparêze.

758