Malbata zarokê ketiye bîrê de bangeke bilez kir da ku wî rizgar bikin
Apr 01 2023
ARK NEW... Li gundekî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê zarokekî kurd kete bîrekê de ta niha nehatiye rizgarkirin
Zarok 8 salî ye, li gundê Dîhaban yê bi ser Kobanê ji beriya çend demjimêran ve ketiye bîrekê de, ta niha nehatiye rizgarkirin.
Malbat banga hawarhatinê dikin da ku wî zarokî rizgar bikin.
Jêder tekez dikin ku tîmên xwecihî yên xwe gihandine cihê bûyerê, alav û pisporiya derxistina zarok tune ye, lewma ji çend demjimêran ve hawar zarok e.
Malbat bangeke bilez kirine ku kurê wan ji mirinê rizgar bikin.
Ş.E
257
