Pisporekî leşkerî operasyona li ser R .Kurdistanê dûr dibîne

Pisporekî leşkerî operasyona li ser R .Kurdistanê dûr dibîne

Apr 06 2019

ARK NEWS .. Pisporekî leşlerî ser bi opozisyona Sûriyê ve ragihand, ku Turkiyê nikare tu operasyonan li Rojhilatê çemê Feratê, li Rojavayê Kurdistanê rabe, û sedemên wê pir in .

Emîdê ji rêjîmê veqetiyayî Ehmed Rehal, ji ANA Pirês re duh 5/4/2019an derbarê Herêma Ewleh ragihand, rêkeftin li ser 3 xalan li ser hetiye lihevkirin, û li ser wê 2 nakokî hene.
Xalên nakokdar ev in :

Rola QSDê di wê herêmê de .

Kûrahiya wê herêmê.

Rehal da zanîn, ku xalên li ser li hev kirine ev in :

Navê herêmê ji aram bibe ewleh.

Dijîfirînek ji aliyê Emerîka, û hevpeymanên wê ve were sepandin.

Nehiştina vegera rêjîm, Îran, û Rûsiyê ji bo wê herêmê .

Li ser operasyona Turkiyê Emîdê ji rêjîmê veqetiyayî Ehmed Rehal diyar kir, ku Turkiyê di dema niha nikare bi operasyonê li Rojhilatê Çemê Feratê rabe, ji ber ku rewşa wê ya hundir û derencamên hilbijartinan,
herwiha eger operasyon were pêkanîn, divê wek ya Efrîn û Mertala Fertê, di bin sêwana navdewletî, navnetewî, û siyasî de be .

Ş.E

349