Şandek ji YXCDK-R seredana Parlamana Kurdistanê kir
ARK NEWS .. Şandek ji Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava, seredana Parlamana Kurdistanê kir, û ji aliyê berpirsên pilebilind di PDKê de hatin pêşwazîkirin.
Duh 1ê Nîsana 2019an, şandek ji YXCDK-R, seredana Parlamana Kurdistanê kir, ji aliyê Serokê Firakisyona PDKê Omîd Xweşnaw, û berpirsên Partî de, hatin pêşwazîkirin .
Di seredanê de Ehmed M Emîn berpirsê şaxê H. Kurdistanê ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava pîrozbahiya PDKê li ser serkeftinan kir.
Ji aliyê xwe ve Omîd Xweşnaw behsa rol, û xebata Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava di xizmeta xwendevanan kir .
Ji bilî wê yekê herdu aliyan ameje bi guhdana bi xwendin, û pêwîstiya pêşxistina rewşa xwendevanan li H . Kurdistanê kir .
Ş.E
797
