Qamişlo… Nivîsgeha çand û ragihandinê ya PDK-S vexwendinek belav kir
Oct 08 2020
ARK NEWS... Nivîsgeha çand û ragihandinê ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, vexwendinek ji bo beşdariyê di semînareke rewşenbîrî siyasî de belav kir.
Di vexwendinekê de Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê nivîsgeha çand û ragihandinê ya rêxistina PDK-Sê li rojhilatê Qamişlo belav kir, ku ew ê semînarek li jêr sernavê pêwendiya di navbera raghandin û siyasetê de birêkxistin kiriye.
Li gor heman vexwendinê semînar roja Înê 09. 10. 2020an de, demjimêr 5ê êvarê ji aliyê mamoste Xweşnav Ne'so ve were pêşkêşkirin û vexwendin giştî ye.
597
