Efrîn .. Mazot biha bûye û zeyt erzan dibe
ARK NEWS .. Ji ber rewşa tevlîheviya dawiyê û gefên Turkiyê ser Rojhilatê Çemê Feratê riyên ku sûtemenî têre dihatin Efrînê hatin girtin, ku di encam de madeya mazotê bi şêweyekî berçav biha û giran bû, û ew yek bandoreke nerênî ser rêveçûna demsala zeytûnan û werzê zivistanê kir .
Li gor jêdereke taybet ji Efrînê ji ARKê re roja 8/11/2018 ragihandiye ku bihabûnek di madeya mazotê de çê bûye, yek bermîl ku 200 litir tê de ye ji 38 hezar gihiştye 60 hezar lêreyên sûrî.
Ku demsala zeytûnan piranîya karê wê li ser madeya mazotê ye bi taybet guvajgeh û kargehên bêrînê û teraktor û otombêlan. Yek guvajgeh di 24 demjimêran de 400 litir ango 60 bermîl di yek heyvê de xerc dike ji bilî otomobêlên veguhestina karker û berheman .
Jêderê tekez kir ku tevî mazot biha bûye lê hîn nirxê tenekeyên zeytê di cihê xwe de maye û niha bi 14 hezar tê frotin û ew li gor pêwerên esîdê û zeyta herî gunçaw ango ji esîda pila yekê kêmtir nagihîne 15 hezar lêreyên sûrî .
Derbarê nirxê din jêderê amaje bi wê yekê kir ku yek xiramê zêr gihiştiye 16.800 lêre ku beriya vê demê 15 hezarî bû, û nirxê dolar bi 470 lêre de rawestiye lê nirxê keskatî û fêkî di cihê xwe de maye
Nirxê hin pêdivyên xweranê .
Nan = 200-250 lêre ye
Bacan û xiyar = 250
Goşt = 2.200
Medenos = 25
Sêv = 250
Moz = 350
Pirteqal 15-200
Beriya niha aliyên berpris yên Turkiyê biryara qedexekirina firotina tenekeyên zeytê ji bo derveyî Efrînê derxistibû, ku di encam de nirxê zeytê gelek erzan bû û tevê wê yekê piranîya xelkê neçar dibin bi nirxekî erzan berhemên xwe bifroşin da ku neyê dizîn yan desteserkirin .
Ş.E
492
