ENKSê li Hewlêrê civiya
Sep 22 2019
ARK NEWS .. Îro 22.09.2019, Desteya Serokatiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li Hewlêrê civiya û mijar û babetên li ser asta Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin .
Piştî gera Desteya Serokatiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ji bo Ewropa û dewletên xwedî biryar , ew civîn hate lidarxistin .
Di civînê de rewşa navçeyê bi giştî û ya Rojavayê kurdistanê gotûbêj kirin , û bi taybetî pêşhate û pêşveçûnên avakirina Herêma Aram li Rojavayê Kurdistanê .
410
