Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Qurbanê

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Qurbanê

Jun 28 2023

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî bi hatina cejna qurbanê, pîrozbahiyek belav kir. Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.

Li vê helkefta pîroz da ji xwedayê mezin hêvîdarim xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêkbîne. Hêvîdarim ev helkefta pîroz bibê sedema aramî û tebayî ya li navçeya me û seranserê cîhanê.

Cejna we pîroz bê û her li xweşiyê da bin.

Mesûd Barzanî
27ê Hezîrana 2023

245