Gotara serok Barzanî di kongira 12an ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya
Roja Şemiyê 10ê hezîrana 2023yan li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi beşdariya Serok Barzanî 12emîn Kongira Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye bi rê ve çû û tê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de bixêrhatina mîhvanan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û hêvî kir ku kongr serkeftî be û li asta daxwaziya cemawer bê.
Serok Barzanî di çarçoveya gotara xwe de, rola Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye di şoreşên Eylûl û Gulanê de bilind nirxand serbarî hewl û têkoşîna hêzên Leşkerê Roj di şerê dijî terorîstên Da'îş de ku bi dehan şehîdan pêşkêşî welêt kirin, bilind nirxand.
Serok Barzanî hêvî xwest ku rewş dirust be ku bikarin vegerin ser warên bav û bapîran û bi yekgirtî rûbirûyê gefan bibin. Her wiha daxwaz jî kir dostayetî û hevpeymaniyan zêdetir bihêz bikin û ji endamên kongira PDK-Sê re got: Di destpêka şerê Sûriye di sala 2011an ve bi berdewamî piştevanê we bûn ji bo wê yekê ku yekrêz û yekreng bin û her biryarek bi we baş bû bidin, sê kongr (du li Hewlêr û yek li Duhok) saz kirin, Lê belê mixabin astengî hate dirustkirin, bêguman rêya têkoşîna gel dûr û dirêj e û ew ê dibin asteng li ber destkeftan, baca wê didin.
Serok Barzanî li dawiya gotara xwe da tekez kir, ku bi navê xebateke rasteqîne ya neteweyî û niştimanî ku xizmet bi doza rewaya gelê Kurd bike li Sûriye ew her dem piştevan e.
Serok Barzanî silav ji bo giyanê pakê wan têkoşeran re şand ku bi neheq hatin şehîdkirin û ew ê li zîndan û girtîgehan de ne. Û Spasî hemû têkoşeran kir ku li berê û niha de rolên girîng li tevgera azadîxwaziya gelê kurd de dîtine. û silav ji bo cemawerê xweragir re şand.
448
