Di salvegera koçadawiya serokê wê de hin agahiyan li ser Kurdistana Sor nas bike

Di salvegera koçadawiya serokê wê de hin agahiyan li ser Kurdistana Sor nas bike

Apr 19 2023

ARK NEWS .. Komara Kurdistana Sor bi serokatiya Wekîl Mustefayîf yek ji komarên ku ji ber nebûna alîkarî û piştevaniyê hatin şikandin ku damezrênerê wê komarê yek ji nîşan û subola kurdî li herêma Qerebax û peytexta wê Lacîn bû û roleke wî bihêz di wê komarê de hebû.

Komara Kurdistana Sor rêveberiyek xweser li xwe digirt di despêka deshelatdariya Lîlîn di 7ê Tîrmeha 1923an de hate damezrandin û paytexta wê Lacîn bû, bajarên Kilbajar û Qubadlî yên di herêma Qerebax li xwe digirt, lê di Nîsana 1929an ew komar hat hilweşandin.

Rêjeya kurdan di wê komarê de 72/100 ango 37120 kes bûn lê ji ber kiryarên qirkirin û tunekirina rêjîma Sofîyet li Qefqasê hişt ku hebûna kurdî bihele.

Ji bilî wê yekê siyaseta Stalîn li hember kurdan hêla ku kurd cî û warên xwe bi cih bihêlin û bi hezaran ji Ezerbîcan, Ermîniya û Corciya berev Kezexistanê biçin ku ew pêla koçberiyê bi ser hemû kêmnetew wek Şîşan Ebxaz û Daxistanî di salên 1935 ta 1944 hat û hejmerk biçûk vegeriyan warên xwe.

Rewşa kurdan weha berdewam kir heta ku Yekitiya Sofiyet hilweşî pişt re Ermeniyan dest danî li ser herêma Nakor û Qerebax û herêmên kurdî.

Serokê Kurdistana sor Wekîl Mustefyîf piştî hiweşandina komarê di sala 1929an de berê xwe da Îtaliya ji wir beriya jiyanjidestdana wî bi 3ê salan li Biroksêla Belcîka ma.

Komara Lacîn ya kurdî ji ber nebûna piştgrî û piştevaniyê di çend salan de hat rûxandin û sedemên wê ew bû ku kurdên Ezirbîcanê ew Komar red kir lewma komar hilweşî û serokê wê Wekîl Mustefayîf wek penaberekî siyasî berê xwe da Îtaliya û ji ber nexweşiya xwe di 19ê Nîsana 2019an di temenê 85salî de jiyana xwe ji dest da.

Di dîroka kurdî de bi sedan komar û wîlayet û rêveberiyên xweser hatin damezrandin lê ji ber nebûna alîkarî û nerazîbûna welatên dagirkerên Kurdisatnê ew wîlayet dihatin hilweşandin û rêgirî bi çi şêweyekî dihar kirin .

Ş.E

137