Fermandeyê hêza lîwaya 3 seredana navenda Bîşabîr ya rahênanê kir
Feb 17 2019
ARK NEWS .. Fermandeyê lîwaya 3 di Hêza Pêşmergeyê Leşkerê Roj de seredana navenda Bîşabîr ya rahênana leşkerî kir, û ji aliyê fermandeyê fewcê di navendê de, hate pêşwazîkirin.
Îro 17/2/2019 rûpela fermî ya Hêza Pêşmergeyê Leşkerê Roj li ser torên civakî fêsbokê belav kiriye, ku Eqîd Ferhan Deştanî fermandeyê hêza sê di Leşkerê Roj de û çêgirê wî Eqîd Husên, û berpirsên beşên lîwayê seredana navenda Bîşabîr ya rahênana leşkerî, kiriye .
Şanda hêza sê ji aliyê fermandeyê fewcê raêd Lornes û hijmarek ji efserên pileblind di lîwaya sê ya hêza Pêşmergeyê Leşkerê Roj ve hate pêşwazîkirin .
Ş.E
319