Serok Barzanî: Hewlêr xwe naçemîne û dê li hember Holakoyên nû berxwedanê bike

Serok Barzanî: Hewlêr xwe naçemîne û dê li hember Holakoyên nû berxwedanê bike

Mar 13 2022

ARK NEWS... Derengiya şeva 13ê Adara 2022yan, navenda bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi çend mûşekan hate êrîşkirin, tê de qunsulxaneya Emerîka hate armanckirin.

Li gorî zanyariyan ku di encam wê êrîşê de, çend kes sivîl bi sivîkî birîndar bûne, herweha ziyanên madî mezin gihiştin cihê ku hatiye armanckirin û derdorê wê, dezgeha Kurdistan 24 jî yek ji ziyandîtiyên wê êrîşê bû.

Rêveberiya Dijeterora Herêma Kurdistanê behsa hûrguliyan kir û got ku demijmêr 1ê şevê, bi 12 mûşekên balîstî bajarê Hewlêrê hate armanckirin, li gorî jêderên xwe tekez kir ku çavkaniya mûşekan ji derveyî herêma Kurdistanê û Îraqê ye, nexasim ji aliyê Rojhilat ve hatine der.

Li ser vê êrîşê serok Mesûd Barzanî got: Em gelek bi tundî êrîşa tirsonek ya şeva bûrî li ser Hewlêrê şermezar dikin, ev tawan li dijî mirovahiyê ye. Bi derewên nehezan jî rastî û niyeza êrîşkaran nayên veşartin.

Serok Mesûd herweha got: Em tekezî li ser wê yekê dikin ku çawa Hewlêr li hember Holako di serdema berê de xweragir bû, dê li hember Holakoyên nû jî xweragir be û xwe naçemîne. Ez ji gelê Kurdistanê jî daxwaz dikim ku li hember van gef û êrîşan xweragir bin.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa mûşekî şermezar kir û got: Derengê şeva borî bi awayekî tirsonek bê tu bihaneyekê, xelk, aramî û ewlehiya Hewlêr Paytexta Herêma Kurdistanê kir armanc.

Serokê herêmê anî ziman jî: Em hevsoziya xwe ji welatiyên hêja yên Hewlêrê re radigihînin ku di bin siya nîgeranî û bendewariyê de demeke dijwar derbas kirin. Rûbirûbûna kêşe, gef û metirsiyan tebayî, yekrêzî û karê bi hev re ji hemû aliyên Kurdistanê û pêkhateyên wê tê xwestin.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir: Aramncgirtina Hewlêrê bi vî awayî û dubarebûna wê, pêşhateke tirsonak e û binpêkirinek ji aramî, ewlehî û serweriya Iraqê re ye û daxwazê ji Hikûmeta Iraqa Federal û civaka navdewletî dikin bi cidî li ser vê destdirêjiyê rawestin û her hewlekê bidin ta careke din rê neyê dayîn bêrêzî li ser serwerî û aramiya welatiyan bê kirin.


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser rûpela xwe got: Hewlêr xwe ji tirsonekan re naçemîne. Ev êrîşa teroristî ya li ser çend cihên Hewlêrê hatiye kirin bi tundî şermezar dikim. Daxwaz ji xelkê me yê qehreman û xweragir yê Hewlêrê dikim aram bin û rêkarên saziyên ewlehiyê ci bi cî bikin. Spasiya xweragiriya we dikim.”

Piştî êrîşê bi dehan ji daxuyaniyên şermezariyê derketine, mîna wezarate derve ya Emerîka, serkideyên Îraqî û hin aliyên navdewletî tê de bang vekirina lêpirsînê û sizedana encamderan kir.

Ş.E

403