Itîlafê silvek ji Raperîna 2004an re şand

Itîlafê silvek ji Raperîna 2004an re şand

Mar 11 2019

ARK NEWS .. Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriya civîna xwe ya normal bi dawî anî û di rêya daxuyaniyekê re ku kopiyek gihiştiye Arkê xiştiya kar û mijarên ku hatine gengeşekirin eşkere kiriye .

Di daxuyanoyê de hatiye:

Di despêkê de xuleke bê deng li ser canê şehîdên şoreşa Sûriyê hate rawestandin û gotina despêkî ji aliyê Ebdulrehman Mustefa bi boneya 8mîn selvegera şoreşa Sûriyê hate pêşkêkirin tê de tekezî li ser rijdûna gel ji standina mafên xwe di rêya sîstemeke piralî herwiha behsa rola jina Sûriyê di roja jina cîhanî de kir .

Li gor daxuyaniyê ku civîn bi gengeşekirina xişteya kar dest pê kir piştre mijara banga serbestberdana girtiyên jin û zarok li cem rêjîmê hat vekirin .

Ji bilî wê yekê rola ektîvkirina hevpeymaniyê di Herêma Ewleh de li Rojavayê Kurdistanê bi hûrgulî li ser hat rawestandin .

Di duyem roj de rewşa siyasî li herêmê û pêşhateyên dawiyê li rojhilatê Sûriyê û şerê DAIŞê û pêşeroja çekdarên QSDê û rewşa Idlibê û kiryarên Desteya Tehrîr El Şam hat fitugokirin .

Ji aliyê xwe Ebdulbasit Hemo Cigirê Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyonê de dema beşdariya xwe di bultena ARKê de tekezî li ser wê yekê kir ku rewşa Efrînê jî di civînê de hatiye holê.

Di heman Daxuyaniyê de hatiye ku mijara destûrê û hewlêsta her yek ji Emerîka û Rûsiyê û Turkiyê û Siûdiyê li hember opozisyonê û jikarkişandina Cewad Ebû Heteb û hikûmeta demkî û hin mijarên xwecihî hatin gengeşekirin .

Desteya Giştî di civîna xwe de silav û rêzek ji gelê kurd bi boneya raperîna 12 Adarê 2004 li dijî rêjîma Esed û kiryarên hovane li hember kurdan kir ku di encama de bi dehan şehîd bûn herwiha silavek ji gelê Derayê re şand .

Di dawiyê de Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê de civîna xwe de piştgiriya çareseriyên siyasî di Sûriya fedral sistema sivîl pir netew deroqrat wekhevî kir .

Ş.E

.

427