Serok Barzanî: Encamderên tawana şehîdkirina Pêşmergeyan dê bigin sizeyên xwe

Serok Barzanî: Encamderên tawana şehîdkirina Pêşmergeyan dê bigin sizeyên xwe

Jun 07 2021

ARK NEWS... Piştî êrîşa çekdarên PKKê li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Çiyayê Metîna ya navçeya Amêdî li parêzgeha Duhokê ya herêma Kurdistanê ku di encama wê êrîşê de 5 pêşmerge canê xwe kirin qurbaniya xaka Kurdistanê û şehîd bûn, herweha hejmarek ji pêşmergeyan birîndar bûn, Serok Mesûd Barzanî soza sizedana êrîşker û encamderan da.

Li gorî baregeha Serok Mesûd Barzanî duh belav kiriye ku serok peywendiyek telefonî bi malbat û kesûkarên herpênc şehîdên Pêşmerge û pêşmergeyên birîndar re kiriye tê de sersaxî ji malbatên şehîdên Pêşmergeyên ku dema di erkê xwe yê asayî de bi destê PKKê di 5 mehê de şehîd bibûn pêşkêş kir.

Serok Barzanî ji malbatên wan şehîdan ragihand, pirse, şîn û sersaxiya wan şehîdan sersaxiya wî ye û hevsozî û hevxemiyê xwe bi wan gihandin. Herweha ji bo malbatên şehîdan tekez û piştrast kir ku yên tawana şehîdkirina Pêşmergeyan encamdane dê bighin sizayên xwe.

Heman beregehê da zanîn jî ku û piştî wan peywendiyan Serok Barzanî her di rêya telefonê ve peywendî bi wan Pêşmergeyan jî kir ku ji ber êrîşa çekdarên PKKê birîndar bûne û hêviya başbûna bilez û tendirustiya ji bo wan xwest.

Piştî êrîşa PKKê li ser hêzên Pêşmerge hatiye encamdan, her yek ji Emerîka û Birîtaniya û hikûmeta Îraqê bi tundî êrîş û destêwedana di karpûbarên hundirîn yên herêmê şermeza kirin û banga rêzgirtina serweriya xaka herêma Kurdistanê hate kirin.

Ev ne cara yekê ku PKKê destdirêjiyê dike û êrîşên xwe dibe ser hêzên Pêşmergeyan, beriya wê êrîşê bi çendîn car heman sînaroy dûbar kirine, herdem banga serkirdeyên herêma Kurdistanê ji PKKê û Turkiyê ew e ku herêma Kurdistanê weke qada şer bi kar neyînin û şerê xwe ji bo Turkiyê veguhêzin.

Ji aliyê xwe ve jî çavdêr, û siyasetmedar tekez dikin ku hebûna PKKê di herêma kurdistanê dikev xizmeta dagîrkerên Kurdistanê de û pîlan, pilan û ejindeyên wan welatan cî bi cî dikin lewma banga dîtina çareseriyeke bilez dikin ji ber ku roj bi roj PKKē buhaneyan ji Turkiyê diafrîne û Turkiyê xalên xwe yên leşkerî zêde dike.

Ş.E


465