ENKSê û PYK-S pîrozbahî bi serbestberdana Talib Ibrahîm pêşkêş kirin

ENKSê û PYK-S pîrozbahî bi serbestberdana Talib Ibrahîm pêşkêş kirin

Feb 19 2024

Şandeke ENKSê bi Serokatiya Ni`met Dawûd Serokê Encûmenê, û şandek ji Partiya Yekîtî ya Kurdistanî Sûriya pîrozbahî bi serbestberdana Talib Ibrahîm endamê Encûmena Xwecihî ya PDK-Sê pêşkêş kirin.

Herdu şand ji aliyê Mihemed Ismaîl Sekreterê PDK- Sê û Nafih Ebdulla endamê Komîta Navendî ya Partiyê hatin pêşwazîkirin.

Roja Pênşemê 8ê Sibata 2024an li taxa Elxerbî li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê endamê Encûmena Xwecihî ya PDK-Sê ji aliyê çekdarên PYDê ve hate revandin, û piştî 9 rojan bi ser revandina wî, Talib Ibrahîm ji zindanên PYDê serbest hat berdan.

189