Salvegera şehîdbûna Pêşmerge Dr. Silêman Çirokaya

Salvegera şehîdbûna Pêşmerge Dr. Silêman Çirokaya

Oct 29 2022

ARK NEWS... Îro 6 sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Dr Seîd. Çirokaya ku bi Dr. Silêman dihat naskirin derbas dibin, ku di encama teqîna mayînekê ji paşmayên DAIŞa teror jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Dr. Silêman Çirokaya, di nava hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de weke pisporekî bi karê pûçkirin û jinavbirina mayîn, TNT, û teqemeniyan çandî radibû, bi sedan ji mayînên ku bi destê rêxistina DAIŞê hatibûn çandin ji nav birine, û mil bi mil bi hêzên Pêşmerge re rênîşander bû.

Dr. Silêman Çirokaya ku bi koka xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, dema terosîtên DAIŞê sala 2014an de êrîşî Herêma Kurditanê û hêzên Pêşmerge kiriye, weke erkekî niştîmanî ji cihê nişteciya xwe li Elmaniya berê xwe da Herêma Kurdistanê, weke xwebexş di nava Pêşmergeyan de cihê xwe girt û jinavbirina mayînan piştî derxistina terorîstan ji her bajar û xalekê xiste stûyê xwe.

Di 26ê Cotmeha 2016an de, li gundê Tîsxirabê mezin li eniya Başîqa, dema li ser erkê xwe bû mayînek pê de teqiya, di encamê de bi tundî birîndar bû, yekser bi balafirekê ji bo nexweşxaneyên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat veguhestin, piştre ji bo nexweşxaneyên Elmaniya hat şandin da ku çareseriya tendirustî jê re were kirin, lê ji ber birînên xwe di 30yê heman mehê de çû ber dilovaniya Xewdê û şehîd bû.

Şehîdê Pêşmerge Dr. Çirokaya jidayîkbûyê 1968an e ji gundê Çilkaniyê yê bi ser Bîgula Bakurê Kurdistanê ve ye, hilgirê regeznamaya Elmanî bû, piştî termê wî bo Herêma Kurdistanê hat veguhestin, carek din ji bo Bakurê welêt hat birin, di 8ê Çileyê li zêde xwe bi pêçandina ala Kurdistanê, bi merasîmeke hêja û mezin, bi beşdariya partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê herweha bi hezaran ji şêniyên deverê bi xakê hat spartin.

Ş.E

182