
Zarokekî ereb li Efrînê di çemê Tilsilûrê de binav bû
Aug 22 2020
Zarokekî ereb li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, di çemê gundê Til Silûrê de binav bû û jiyana xwe ji dest da.
Jêderên xwecihî ji nav Efrînê dane zanîn ku zarokê bi navê Eymen Mihemed Elkewan di çemê Til Silûrê yê navçeya Cindirêsê de, binav bû û yekser jiyana xwe ji dest da.
Piştî wê termî zarok ji aliyê tîma berevaniya sivîl ve hat derxistin û ji bo kesûkarên wî hate radestkirin.
Zarokê navbûrî ji bajarokê Xeşam yê Dêra Zorê ye, û li Efrînê hatibû bicîkirin.
Ş.E
510