Efrîn .. Keçeke kurd li ser sînor jiyana xwe ji dest da û 7 jî windayî ne

Efrîn .. Keçeke kurd li ser sînor jiyana xwe ji dest da û 7 jî windayî ne

Feb 12 2019

ARK NEWS .. Li ser sînorê Turkiyê û Sûriyê dema girûpek ji keçên kurd ku ji gundên Efrîna Rojavayê Kurdistanê yên di bin destê Rêjîma Sûriyê û PYDê de, hewil didan bi rêyên nerewayî derbasî Turkiyê bibin di karvedanên nediyar de yekê ji wan jiyana xwe ji dest da, û 7 din windayî ne, û tu dangûbas li ser wan nehatine der .

Jêderên xwecihî ji nav Efrînê ragihandin ku keça bi navê Hîdayet Ehmed Mûrad Mûse ji gundê Cilbirê yê Çiyayê Lîlon yê Efrînê ye ,ku ew gund di bin destê rêjîmê de ye, li ser sînorî Sûriyê û Turkiyê nêzîk bajarokê Atmê, yê parêzgeha Idlibê, di 9ê Sibata 2019 an de jiyana xwe ji dest da, bê ku sedemên jiyanjidestana wê werin xuyakirin, herwiha rêhevala wê ya bi navê Meryem Mihemed ku ew jî ji gundê Aqîbê yê heman Çiyayê Lîlon yê Efrînê ye, ta niha windayî ye û tu agahî li ser wê tune ne.

Jêderan ameje pê kir ku girûpa ku ji gundên xwe derketine da ku xwe bigihînin Turkiyê derdora 7 kesan bûn, ji wan bi tenê navê duyan hatine eşkerekirin yên din tu kes nizane di jiyanê mane yan na .

Di heyama sê rojan de du bûyer bi vî awayî hatine tomarkirin ku beriya sê rojan Lovîn Xelîl li ser sînor jiyana xwe ji dest dabû û nezelaliyek li ser çawaniya mirina wê hatin belavkirin û gotegot belav bûn, lewma Dara Esterî ku apê Lovînê ye li ser rûpela xwe zelaliyek belav kir, tê de da zanîn ku Lovîn ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dset daye.

Ji aliyê xwe ve dayika Lovînê jî perçevîdoyekê belavkirî tê de tekezî li sedemên jiyanjidestdana keça xwe dike û dibêje ku rastî tu guleyan nehatiye li pêşiya wê hat xwar.

Ji ber zehmetiya jiyanê li hundirî Sûriyê û berdewamiya şer xelk hewil didin xwe ji wê rewsê rizgar bikin û bi qaçaxî hewil didin derkevin lewma rastî gulebaranê û bûyerên asteng tên .

Ş.E

329