Milîsên PYDê zarokeke Efrînî li Helebê revand
Apr 27 2022
ARK NEWS... Milîsên PYDê li Helebê zarokek kurd ji derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji beriya çend rojan ve revandiye, ta niha çarenivîs ne diyar e.
Coliya Tariq Dedo, zarokeke kurd e, li pêş dibistana xwe ya li taxa Şêx Meqsûda Helebê ji aliyê milîsên PYDê ve hat revandin.
Jêdera ji Helebê ji ARKê da zanîn ku zaroka kurd ji 21ê Nîsana îsal ve hatiye revandin, ta niha tu zanyarî li ser tune ne.
Zaroka kurd Coliya Tariq Dedo ji gundê Maratê yê ser bi Efrînê ve ye, ji nişteciya Helebê ye, jidayîkbûya 2009an e.
Ş.E
851
