Ez tu danpêdanê bi rêveberiya ku bûye sedema Efrîn û Serê Kaniyê nakim

Ez tu danpêdanê bi rêveberiya ku bûye sedema Efrîn û Serê Kaniyê nakim

Jul 20 2021

Ez tu danpêdanê bi rêveberiya ku bûye sedema Efrîn û Serê Kaniyê nakim
Şêxo Efrînî

Ji duh ve, Rêveberiya Xweser bi hilmetekê li ser torên civakî rabûye tê de daxwaz ji Civaka Navdewletî dike ku danpêdanê bi wê rêveberiyê bikin. Ew rêveberî ji dema hatiye damezrandin, yan jî ji dema nav lê dikin şoreşa 19ê tîrmehê dest pê kiriye, ta niha çi deskeftin encam daye? Ji kê re bêtir kar kiriye û ketiye xizmeta kê de?

Bêguman eger erd û ezman bibin yek tu kes bawer nake ku reveberiya kurdên Rojavayê Kurdistanê ye na, lê belê ji aliyê PKK, HPG û KÇK û komên din wek ciwanên şoreşger ve tê birêvebirin, YPG, YPJ asayîş HSD, MSD, dazgeh û saziyên din bi tenê karmand in û tu rol û bandora wan di karûbarên rêverberiyê tune ne.

Baş e, dema rêveberî hatiye damezrandin sê kanton ragihandin, Efrîn piştre bû Şehba, Kobanê piştre bû Ferat û kontona Cizîrê, vê rêveberiyê kar ji bo hundurî Sûriyê nedikir û nake, weke çalakiyên dijî rêjîma Esed, lidarxistina xwepêşandana û sazkirina mangirtinan, lê belê herdem wêneyên rêberê PKKê Ebdulah Ocelan bi dest xwe dikirin û hîn jî dikin û berê xwe didan sînorên Turkiyê, bi silogan û diruşmên, bijî serok Apo, bimre Erdoxan radikirin.

Turkiyê derfetek dît ku bikaribe bajarên Rojavayê Kurdistanê dagîr bike, û bi ser ket, ji ber buhaneya xwe li pêş civaka navdewletî bihêz e, ew jî sînorê wê ji ber hebûna PKKê di metirsiyê de ye. Me dît ku hebûna PKKê çi ziyan gihand me, di 2018an de Efrîn çû, di 2019an de Serê Kaniyê û Girê Spî çûn, hîn ne diyar e ka sire li ser kîjan bajarî ye!

Ji bilî hersê bajaran, tiştek erênî tune ye ku mirov hest pê bike û daxwaza danpêdan bi rêveberiyê bike. Ji 2011an ta roja îro, 11 hezar şehîd ji bo çi çûn? Ji bo parastina bajarên erebî wek Dêrezor, Munbic, Reqa, Tebqa û Til Rifetê?!! Li hember de bajarên kurdî ji dest dan, ma ev çi deskeftin e gelo??

Revandina çalakvan, rojnamevan, endamên ENKSê, PDK-Sê herweha zarokên jêr 18 salî, di berjewendiya kê de ye?
Sepandina rêbaza xwendinê, ya ku bawernameyên wê nedanpêdankirî ne? Li beramber de Aldar Xelî, Mustefa Balî, Enwer Muslim û yên din zarokên xwe dişînin dibistanên fermî yên dezgehên Sûriyê! Ew di berjewendiya kê de ye?

Di warê siyasî de jî, tu partî û tevgereke din ji xeynî yên hizra Apo napejrîne, yekpartî û yekmejî di berjewendiya kê de ye?

Baş e, navekî kurdî di sazî û dezgehên rêveberiyê de heye gelo? PYD? MSD? HSD? YPG? YPJ? Bêguman tune ye, navê rêveberiyê bi xwe, navê kurdî tê de tune ye.

Lewma rêveberiya bi van karên dijî berjewendiya kurdan kar dike, û bajarên weke jêr mîna Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji dest daye û bûye sedema wan ez danpêdanê pê nakim.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

478