ENKSê nameyeke sersaxiyê belav kir

ENKSê nameyeke sersaxiyê belav kir

Jan 29 2019

ARK NEWS .. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê nameyek sersaxiyê derbarê koçadawiya mîrê êzdîdiyan li Kurdistanê û cîhanê Mîr Tehsîn Bek belav kir û name arastey êla Mîr Tehsîn Bek û birayên êzîdî û Encûmena Êzîdiyên Sûriyê kir di nameyê de hatiye .

Bi dilekê pir xemgîn sibeha 28ê Çileya 2019an nûçeya koçadawiya Mîr Tehsîn Bek mîrê êzîdiyan li cîhanê di nexweşxaneyeke Elmaniya piştî milmilaniyekê bi nexweşiyê re ji me re hat , ku bi koçadawiyê wî birayên êzîdî li Kurdistanê û li derve û hemû gelê kurd mîrê ku xizmeta êzîdiyan û berevaniya doza wan di çarçoveya pêtir 70 salî kiriye ji dest dan .

Di nameya sersaxiya Emîndariya Giştî yan ENKSê de herwiha hatiye ku gelê Kurdistanê Mîr Tehsîn Bek bi kesayetiyekî niştîmanperwer, welatparêz û dilpakî ji dil û can berevanî di ber mafên wan yên niştîmanî, mirovî û pêkvejiyana olî û civakî de kiriye nasdikin, herwiha cihê rûmet û şanaziyê ye ku beşdarî di şoreşa Êlonê de kiriye.

Di dawiya nameya xwe de Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî Ya Kurdî sersaxî ji malbata Mîr Tehsîn Bek û kesûkarên wî herwiha birayên êzîdî ji gelê kurd xwest , û hêvî kir ku Xwedayê Mezin bi dilovanî ya yazdaniya xwe şad bike, û sebir û aramakê bide me hemûyan.

Ş.E

402