Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
ARK NEWS… Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya di Roja Zimanê Kurdî pîrozbahiyek belav kir, tê de pîrozbahî li nivîser û axêverên zimanê kurdî kir. Naveroka pîrpzbahiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya weha hatiye:
Ziman pêdiviyek ji pêdiviyên jiyanê ye, şêweya mirov e ji bo pêwîstî û daxwazê xwe şirove bike û têkiliyê bi hawîrdora xwe re bike.
Mîr Celadet Bedir-Xan gotiye: ``ziman mercê hebûnê yê pêşî ye``, her wiha folosofê Almanî Nîtşe (Friedrich Nietzsche) dibêje: ``mirovê zimanê wî hebe dîroka wî heye, mirovê bê ziman be bê dîrok e``.
Hersal di 15ê gulanê de miletê Kurd Roja Zimanê Kurdî divejîne, ji dema ku ev roj ji layê hin rewşenbîr û çalakvanên Kurd ve hatiye nîşandan di sala 2006an de ku rojeke taybet û cuda ye ji ber ku yekemîn car bi zimanê kurdî, tîpên latînî hatiye nivîsandin di kovara Hawar de ji layê nemir Mîr Celadet ve, jimara pêşî hatiye belavkirin di 15ê gulana sala 1932an de li Şamê.
Bê guman zimanê me bi ser gelek cureyên bişaftin û binpêkirinê hatiye, lê miletê Kurd li ber xwe dayê û zimanê xwe parastiye, ji hezarê salan ve ev ziman hatiye axaftin çi devkî û çi nivîsandî; miletekî xwedî dîrokek dûvdirêj û di kûrahiya dîrokê de rehê xwe berdaye, tekez ewê xwedî dîrokeke dirêj be di warê ziman de jî, li ser xaka xwe ya resen - xaka Kurdistanê – vî zimanî dîrokeke zêrîn nivîsandiye di hemû waran de; wêjeyî, zanistî, abûrî, çandinî, rewşenbîrî û tendirustî.. td. Zimanê kurdî zimanê hemû miletên Kurdistanê bû, pê daxivîn û pê dinivîsandin, zimanê şoreşa Niyolotîkî (Neolothic) bû. Zimanê me ji layê afirandina tîpan ve jî pir kevnar û bi hêz bû ku ji berî 5 hezar sal ve kurdan tîp pêk anîne, wek mînak: tîpên Mîxî, Gotî, Zindî, Avistayî, Fîlî, Pehlewî (Pêlewanî) û tîpên Masî Soratî, her wiha zimanê Horî ku ji berî 3000-7000 sal BZ. zimanê Sobartî, Orartî û Mîtaniyan bû.
Zaniyarê ereb Ehmedê kurê Kezdanî dibêje ku kurdan nivîsandina Mîxî pêktanîn ji 331ê BZ. Ta ku misilmanî jî derket bi 17 salan ewan ev şêwe pêk tanîn.
Zimanê kurdî dewlemend e, bihtir ji 60 milyon kes pê daxive, di pileya 28an de ye di nav zimanên cîhanî de, ji aliyê peyvan ve jî di pileya 3an de ye piştî zimanê Fanlandî û Kûrî. Gelek hêmanên hebûna ziman hene, pêwîst e em hemû hêmanan pêk bênin da em zimanê xwe bihtir biparêzin, li vir divê ku em pirsînê ji xwe bikin, gelo ta çi radeye em ji bo zimanê xwe hene?! Ta çi redeyê em hey ji ziman, dîrok, nasname, taybetmendî, çand û zimanê xwe hene?!
Di dawî de, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya vê rojê li gelê kurd pîroz dike, li hemû kesên ku giringiyê didine zimanê me û pê dinivîsin, li hemû zimanhez û nivîskarên ku pirtûk bi zimanê kurdî çapkirine pîroz dike. Roja we pîroz be, Roja Zimanê Kurdî pîroz be.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamişlo, 15. 5. 2023
205
