16 sal li ser koçbarkirina Seydayê Keleş re derbas dibin
Di rojeke weke îro de berya 16 salan, di 18ê Hezîrana 2007an de, helbestvanê Kurd Seydayê Keleş koça dawî kir.
Seydayê Keleş kî ye:
Seydayê Keleş di sala 1930î de li gundê Bizgûrî li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, navê wî Hisên Mihemed Keleş Hisên e.
Dema temenê wî dibe 10 sal, berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê ji bo xwendina Zanistên Olî, û li cem Mele Ebdilrezaq li gundê Xalid yê gundewarê Amûdê dest bi xwendina xwe dike, û piştre li hejmarek gundên din mîna (Til Merûf û Girbawî).
Keleş ji dibistana helbesta kilasîk e, ji nêzîk ve helbestvan Cegerxwîn nas kir, û bandora helbestên wî lê bû. Di sala 1950 de dest bi nivîsandina helbestê kir.
Dîwanên wî yên çapkirî ev in:
Em û dijmin 1986
Rêka gel 1981
Derdê millet 1993
Ronahî 1994
Yên nehatî çapkirin ev in:
Xebat, Helebçe, Jiyan û bîraninên min, hêvî, baxistan, berbang
Di 18ê Hezîrana 2007an û di temenê 77 saliyê de, li bajarê qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, helbestvan Seydayê Keleş koça xwe ya dawî kir
408
