Menal Hisko: Kadroyên PKKê jiyanê li Rojavayê Kurdistanê astengtir dikin

Menal Hisko: Kadroyên PKKê jiyanê li Rojavayê Kurdistanê astengtir dikin

Apr 17 2023

ARK NEWS... Di berdewamiya kirîzan li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, kadroyên PKKê ku li Rojavayê Kurdistanê, beşê di bin destê rêveberiya PYDê desthelatdar in, bacên giran li ser welatî û bazirganan disepînin.

Menal Hisko, şirovekarê Siyasî îro 17ê Nîsana 2023yan da zanîn ku kadroyên PKKê cureke nû ji bacan li ser welatiyan sepandiye, vê care xwediyên xwaringehan li xwe digire.

Hisko anî ziman ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kadroyên PKKê, xwediyên xwaringihan neçar kirine ku pereyên xaza ku bi kar tînin bi dolaran bidin.

Menal Hisko tekez kir ku her cereyek bi 10 dolarên Emreîkî tê firotin, bi buhaneya ku xaz bi dolar tê kirîn, lê rastî ew e ku xaz bi deverên rêjîma Esed tê şandin û berpirsên PYDê û PKKê ji xwe re bi kar tînin û sûdê jê werdigirin.

Navbûrî bal kişand ser wê yekê ku ji demeke dûr ve kirîza xazê li deverê bi giştî heye, d heman deman de, bazirganî bi rêjîmê re berdewam e.

Bajarê Qamişlo yek ji bajarên di bin destê rêveberiya PYDê de, ku ew rêveberî ji aliyê Qendîl û kadroyên PKKê ve bi rê ve diçe, ji dema deshelatî ji rêjîmê wergirtiye, şêniyên kurd ji ber kirîzên ji nebûna avê, elektirîkê, sûtemniyê, pêdiviyên rojane dinalin, piraniya wan kirîzan çêkirî ne, mebest jê valakirina deverên kurdî ye.

Ş.E

174