QSDê Emîn Îsa di bin eşkenceyê di zîndanên xwe de şehîd kir

QSDê Emîn Îsa di bin eşkenceyê di zîndanên xwe de şehîd kir

Jun 28 2022

ARK NEWS... Piştî zêdetirî 3 hefteyan ji girtin û revandinê, roja Duşemê 28ê Hizêrana 2021ê, çekdarên PYDê ciwanê kurd Emîn Îsa Emîn li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di bin êşkenceyê de kuşt, ku îro salek li ser tawanê re derbas dibe.

Ciwanê kurd Emîn Îsa beriya ku were şehîdkirin, bi 27 rojan bi destê çekdarên PYDê hatibû revandin, ku bi xwe endamê encûmena şaxî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê ye, biraziyê serkirde Beşar Emîn endamê Polîtbîroya PDK-Sê ye.

Di vê derbarê de jêderek nêzîk ji malbatê dema termê ciwanê kurd wergirtine hin wêne taybet ji ARKê re şandin tê de diyar dibe ku bi hovîtî hatiye lêdan û eşkencedan.

Herweha raportek ji pizîşkî dadwerî derket tê de diyar bû ku bi şêweyekî hovane hatiye lêdan û eşkencedan. Li gorî raportê ku kopiyek gihiştiye ARKê wiha pizîşkê dadwerî di 10 xalan de eşkere kiriye:

1- Şekandin di dev de.
2- Şikandin di diranan de.
3- Lêdan di çok û kabokan de.
4- Lêdan bi alavên tûj di stû û paş serî de.
5- Şewitandin di serî ta dawiya piştê de heye.
6- Şûna lêdana tund li ser mejî heye.
7- Şûna lêdana bi şeferyê li ser rûyê wî yê çepê heye.
8- Şewitandina destan ta bin çengan de.
9- Lêdana di zik de.
10- Bikaranîna elektirîkê li ser piştê û endamên mêrantiyê de.

Ciwanê kurd ji şêniyê gundê Bîrikê yê ser bi bajarê Dirêbêsiyê ye, jidayîkbûyî sala 1986an e, xêzandar bû û bavê 2 zarokan e. Ev tawan ne ya yekê di dîroka PYDê de ye, ku ji dema ku deshelatdarî ji rêjîmê wergirtiye bi sedan tawan di dermafê siyasetmedar, welatparêz, û endam û alîgirên ENKSê de encam dane, û hîn jî di kiryarên xe de berdewam e.

Ş.E

357