Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê dest ji mafên xwe yên rewa bernade
ARK NEWS... Li bajarê Kerkûkê pşîtî hikûmeta Îraqê rê da ku PDKê bregehên xwe li bajêr veke, Heşida Şebî û hin aliyên din yên sofînî alîgirên xwe daxistin kolanan û rêya Kerkûk -Hewlêr girt, ji ber vê çendê welatiyên Kurd li Kerkûkê derketin xwepêşandan, ala Kurdistanî hilda û daxwaza dubare vekirina rêya Kerkûk - Hewlêrê kir, lê hêzên ewlehî yên îraqê û milsên Heşda Şebî bi çekan rûberûyî welatiyên kurd bûn û di encamê de 4 welatî şehîd bûn û bi dehan hatin girtin.
Serok Mesûd Barzanî û Nîçrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêmê, kiryarên li dijî Kurdan li Kerkûkê bi tundî şermezar kirin û banga bicîkirina destûr bo parastina mafê gelê kurdistanê kirin.
Piştî şehîdbûna 4 welatiyên Kurd û girtina bi dehan kes, duh danê sibehê qedexeya çûnûhatinê li Kerkûkê hat rakirin, lê hejmareke mezin ya hêzên ewlekariyê li taxên Kurdan bi taybet li taxa Rehîmawa bi cîh bûne û nahêlin welatî derbasî taxê bibin.
Di vê derbarê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlona 2023an ji şandeke Parlamentoya Kanadayê tekez kir, ku gelê Kurdistanê bi ti awayî dest ji mafên xwe yên rewa û destûrî bernade û serê xwe li ber ti fişar û gefên aliyan ku dixwazin Iraqê vegerînin serdema dîktatorî, zordarî û çewsandina gelê Kurdistanê, natewîne.
Û derbarê rewşa girtiyan de, Îro Cîgirê Serokê Perlemena Iraqê Şaxewan Ebdullah di şîna şehîdên xwepêşandanên roja 2ê Îlûnê yên Kerkûkê de ragihand, duh ji 30 ciwanî, 26 ciwan serbest hatine berdan û em bo serbestberdana ew çar kesên din jî, kar dikin.
Îro danê êvarê careke din, welatiyên Kurd li Kerkûkê Ala Kurdistanî hilda û derketin xwepêşandanê.
530
