PYDê nerxê Mazotê bi rêjeya 25% zêde kir
Jun 03 2018
ArkNews: Rêveberiya Partiya PYDê buhayê nerxê Mazotê bi rêjeya 25% li herêmên Kurdî yên ku desteser kirin e zêde kir da ku li banzînxaneyan bi pêncî ta pêncî û pênc lêreyên Sûrî wer e firotin.
Jêderne xwecehî ji bajarê Qamişlo belav kirin ku komîteya belavkirina Mazotê ya ser bi PYDê ve roja Pêncşemê ragihandiye ku 25% ji nerxê mazotê hate zêdekirin û ji 40 lêreyên Sûrî wê bi 55 lêreyan were firoştin.
Li gorî ku heman komîteyê ragihandiye mazot a ku bi 60 lêreyan ji xwedanê Otombîlên mezin re dihate firoştin wê bi 75 lêreyan were firoştin.
527