Can Lodiryan : Em piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin

Can Lodiryan : Em piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin

Jan 15 2019

Wezîrê Derve yê Firansayê Can êf lodiryan piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistan dûbare kir.

Wezîrê Derve yê Firansayê Can êf lodiryan duh Duşemê (14.01.2019) piştî serdana xwe ya Bexdayê hat Hewlêr Can êf lodiryan li Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştre, Nêçîrvan Barzanî û Can êf lodiryan civiyan. Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek wezîr jî beşdar bûn, rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê hat nirxandin.

Di civînê de tekezî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û gotûbêj û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Wezîrê Derve yê Firansa, kêfxweşiya xwe ji serdana Hewlêrê nîşan da û piştgiriya Firansa ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê dubare kir.

Can êf lodiryan herwiha daxwaza Parîsê ji bo pêşvebirina pêwendiyên li gel Iraq û Herêma Kurditanê anî ziman.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, sipasiya piştgiriya berdewamiya Firansa ji bo Herêma Kurdistanê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de di şerê DAIŞê de alîkar bû.

Nêçîrvan Barzanî, rola Serokomarê Firansayê Îmenewêl Makron bilind nirxand ku di demên dijwar de piştgiriya Herêma Kurdistanê kir, û deriyê dîplomasiyê li ber Herêma Kurdistanê vekir û Hewlêr û Bexda handan ji bo gotûbêjên çareseriya pirsgirêkan.

402